Midibusa xwendevanên zankoyê qelibî û 12 xwendevan birîndar bûn

Midibusa xwendevanên zankoyê qelibî û 12 xwendevan birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Sakaryayê li navça Pamukovayê xwendevanên zankoyê ku gerê ji navça Akçayê dadigeriyan, di encama valabûna frêna midibusa wan de, di helan de ketin jêr. 12 xwendevan birîndar bûn. Bûyer seet di 16.45an de çêbû.

​Di encama valabûna frêna midibusê de, desthilata wê ji dest ajotvan derket û qeza çêbû. Tîmên tenduristiyê, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê.

Xwendevanên zankoya Sakaryayê ji erebê derxistin. 12 xwendevanên birîndar bi ambûlansan birin nexweşxanên li der û dorê. Nehat gotin bê rewş birîndaran çawaye lê lêpirsîna di mijarê de dewam dike.