Lubnan: Di hêrîşa Îsraîlê ya li dijî malekê de 3 kesan can dan

Lubnan: Di hêrîşa Îsraîlê ya li dijî malekê de 3 kesan can dan

PeyamaKurd - Medyaya Lubnanê ragihand ku li bajarokê Mays el-Cebel ê parêzgeha Nebatiye ya li başûrê Lubnanê, di êrîşa firokeyên şer ên Îsraîlê ya li dijî malekê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA), di hêrişa Îsraîlê de xebatkarekî parastina sivîl jî di nav de gelek sivîl jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê duh di daxuyaniyeke bi ser Telegramê belav kir de ragihand ku li bakurê Îsraîlê zengilên rewşa awarte lê dikevin.

Şeva borî û îro, firokeyên şer ên Îsraîlê li rojavayê başûrê Lubnanê hêrişî devera bajarokên El-Nakura û Alma El-Şeab û çiyayên El-Lebune kirin.

Li gorî NNAyê hêriş li gel topbarana tund a li derdora bajarokên El-Nakura û Alma el-Şeab pêk hat û frokeyên şer ên Îsraîlê li herêma Sûrê li ser gund û qeraxên deryayê firiyan.

Frokeyên dozînê yên Îsraîlê şeva borî û heta îro serê sibê li ser gundên li herêmên rojava û navendê geriyan û fîşekên hewayî avêtin ser gundên sînorî yên bi ser Xeta Şîn.

Ji hêrişa 7ê Cotmehê ya Hemasê ya li dijî Îsraîlê ve, hema hema her roj di navbera artêşa Îsraîlê û Hemas, Hizbullaha Lubnanê û komên çekdar ên Filistînî de şerekî giran dimeşe.