Li Kenyayê 70 kes û li Tanzanyayê 155 kes ji ber lehiyê mirin

Li Kenyayê 70 kes û li Tanzanyayê 155 kes ji ber lehiyê mirin

PeyamaKurd – Li Afrîkayê, li welatê Kenyayê bi sedema barana zêde lehî rabû û herî kêm 70 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Li Kenyayê ji meha Adarê heya niha baran zêde dibare. Berdevkê hukumeta Kenyayê Isaac Mwaura ragihand:

“Bi sedema lehiyê, mixabin jimara kesên li Kenyayê jiyana xwe ji dest dane, gihaye 70 kesan.”

Di lehiyê de 22 kes birîndar bûne û 8 kes jî wenda ne. Zêdetirê 120 hezar kes terka malên xwe kirine. Li payîtext Nairobiyê 64 dibistan di bin avê de mane. Rê û pir xesarê dîne an hilweşiyane.

Cîgirê serokê deewleta Kenyayê Rigathi Gachagua ragihand ku hukumet ji bo tamîra avahiyên esasî û xebatên lezgîn 29 milyon dolar pere veqetandiye û bang li xelkê kir ku hişyarî xwe bin û baran wê hêj dewam bike.

Li welatê cîranê Kenyayê li Tanzanyayê di rabûna lehiyê û erdhezê de 155 kes miribûn û 236 kes birîndar bûbûn. Ji ber şiliyê 200 hezar zêdetir kes û 51 hezar xanî zerarê dîbûn.