Hemas: Ger êrîşên ser Refahê bidomin agirbest nabe!

Hemas: Ger êrîşên ser Refahê bidomin agirbest nabe!

PeyamaKurd – Piştî destpêkirina êrîşa berfireh a Îsraîlê bi ser bajarê Refahê yê Xezzeyê de, Tevgera Hemasê ku mercên agirbestê yên bi navbeynkariya Qeter û Misirê qebûl kiribûn dike biryara xwe biguherîne.

Yek ji rayedarên Hemasê Usame Hamdan, ragihand ku heke êrîşa leşkerî ya Îsraîlê bi ser Refahê de berdewam bike wê agirbest pêk neyê.

Hamdan ev daxuyanî di demekê de da ku şanda Hemasê ya rêveberiya Xezeyê ji bo danûstandinên agirbestê ji Dohayê çû Kahîreyê.

Hamdan di civîna rojnamevanî ya li Beyrûdê de got ku niha gog li qada Netanyahû ye û diyar kir, “Ger operasyona leşkerî ya Îsraîlê li ser Refahê dewam bike, em piştrast dikin ku ev de nebe cihê seyranê bo artêşa Îsraîlê.”