Enflasyona Avrêlê ya Tirkiyeyê hate ragihandin

Enflasyona Avrêlê ya Tirkiyeyê hate ragihandin

PeyamaKurd - Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK), enflasyona salane ya meha Avrêlê bû ji sedî 69,80.

Li gorî daneyên Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAGrup) jî enflasyona salane ya meha Avrêlê bû ji sedî 124,35.

Li gorî daneyên TUIKê rêjeya enflasyonê ya meha Avrêlê jî ji sedî 3,18 e.

Wezîrê Gencîne û Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek destnîşan kir ku enflasyon li gorî bendewariyan e û angaşt ku wê di meha Gulanê de en piştî bigihîje lûtkeya xwe, li gor pêşbîniyên me ew ê dest bi daketina zêde bike.

Şîmşek di ragihandina bi ser hesabê xwe yê Xê got: “Bi saya bernameya me, kêmasiya sermiyan û hevsengiya aborî, dîsîplîna budce ya ji nû ve hatiye sazkirin, zêdebûna mezin a hatina sermayeya biyanî û vegera li Lîrayê Tirk a bijardeyên portfoyên navxweyî, piştgiriyê didin tekoşîna me ya li dijî enflasyonê.”

Li gorî pêşbîniya navîn a aborînasên ku beşdarî lêkolîna Bloombergê bûne, enflasyona salane wê di meha Avrêlê de bibûya ji sedî 70.

Aborînasên Bloombergê her wiha pêşbînî dikin ku piştî di Gulanê de bigihîje lûtkeya ji sedî 73, enflasyona salane wê di mehên Tîrmeh û Tebaxê de her yek bi 10 puan kêm bibe.