image

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) careke din bikaranîna dermanên "hidroksiklorokîn" û têkela "lopinavir/ritonavir" bo nexweşiya Covid-19 da sekinandin.

Li gorî WHOyê ew derman di kêmkirina mirinên ji vîrusa koronayê de ne serkeftî bûne.

Di daxuyaniya nivîskî de WHOyê gotiye, "Komîteya Hevkariya Navdweltî ya Ceribandinê îro pêşniyara bidawîkirina bikaranîna dermanên hidroksîklorokîn û lopinavir/ritonavir pejirandiye.”

WHO dibêje, wan ew derman ji bo ceribandin meha Adarê pêşniyar kiriye, lê di encama ceribandinên demkî de derketiya holê ku hejmara mirinên koronayê qet kêm nekirine û lêkolînerên WHOyê biryar dane derhal ceribandin were rawestandin.

Li gorî amarên dawî doh 4ê Tîrmehê hejmara herî zêde ya pêketiyên koronayê li seranser cîhanê hatiye tomarkirin ku di nav 24 saetan de 212 hezar û 326 kes tûşî wê nexweşiyê bûne.