image

PeyamaKurd – Bi sedema zêdebûna vîrusa koronayê kongreyên rêxistinan, yên rêxistinên sîvîl yên civakî, rêxistinên meslekî yên xizmeta giştî, yên yekîneyan û kooperatîfan hemû, bo 3 mehan hatiye qedexekirin.

Wezareta karên hundir ya Tirkiyê bo 81 parêzgehên Tirkiyê û Kurdistanê fermannameyekî şand û fermana qedexeya civînên fireh hat fermankirin. Eger wexta kongreya rêxistinan ya qanûnî hatibe jî wê bo 3 mehan bipaş bixin.

Fermanname li ser şîreta wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê û Heyeta Şêwrê ya Zanistî ya Kovid-19 ê hat amadekirin û şandin.