image

PeyamaKurd – Îro roja yekem a Cejna Remezanê ye ku li hemû welatên civaka îslamî ya cîhanê û her çar parçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin.

Cejna îsal ji ber metirsiya belavbûna koronayê û rêkaran di nav malan de derbas dibe.

Bi taybet li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bi sedema qedexeyên derketina derve yên ji bo parastina tenduristiya welatiyan ên pêşîgirtina belavbûna koronayê serdanên cejnê nayên kirin û cejn tenê di nav malan de derbas dibe.

Di vê cejnê de xelk tenê bi rêyên medya civakî û pêwendiyên vîdyoyî yên înternetê pîrozbahiyê li hev dikin.

Di cejna îsal ya Remezanê de ku wekî Cejna Şekiran a zarokan jî tê nasîn, bi taybet zarokên Kurd ku di cejnan de li kuçe û kolanan ji bo şekirê cejnê mal bi mal digeriyan, di malên xwe de asê mane û vê cejnê dilekî şikestî pêşwazî dikin.