
PeyamaKurd – Seyda Mele Umadeddîn an bi navê dinê “Gurdilî” ku mexlesa wî ye, demekî bû ku li bajarê Batmanê li nexweşxanê ji ber Kovid-19 ê tedawî dibû. Xebera koça dawiyê ya Seyda Gurdilî şeva borî an ku 4 siet berê li ser medya civakî belav bû. Seyda Mele Umadeddîn bi xwe ji xelkê Misircê (Kurtalan) ji devera Gurdila ye.
Gurdilî piştî damezrandina PDK a Tirkiyê bi partiyê re dixebitî û berya wî jî her li ser rêbaza Barzaniyê mezin dimeşiya û lewra li ser serok Barzaniyê nemir gelek helbestên wî hene. Kes jimara helbestên wî nizane lê yên çapkirî dîwanekî wî heye.
Seyda Gudilî di medreseyên Kurdistanê de xwendiye û li gundên Kurdistanê melatiyê kiriye lê piştî rehmetî Şerafeddîn Elçî di sala 1978 an de li Ankara bû wezîr, seyda xiste Bayındırlık ê û heya xaneşîn bû li wê derê xebitî.
Em wek PeyamaKurd bi taybet ji gelê Kurd û malbata rehmetî Mele Îmadedîn re sersaxiyê dixwazin. Serê gelê Kurd sax be û Xweda wî bi bihuşta xwe şad bike.
Em helbestvan û seydayê dilsozê Kurd û Kurdistanê Mele İmadedîn bi vê helbesta wî ya nejibîr a bo Barzaniyê nemir nivîsandiye bibîr tînin.
QEHREMANÊ ESRÊ BÎSTA
Qehremanê esra bîsta Mistefa Barzanî tu
Her bijî ey pêşewayê Kurd û Kurdistanî tu
Miletê Kurd te xelas kir em ji bin destê neyar
Ruh û canê min fîda bin melce û amanî tu
Ev welat bo te her daîm minetdare yeqîn
Bi xebata te dimeşî xweş Hekîm Loqmanî tu
Miletê kurd ji Misilman çi Êzidî çi Mesîhî
Ser ji bona te tewandin lew ku xweş însan î tu
Dengê û behsê xerb û şerqê tev pesindarê te ne
Hem welatperwer te dizanin rehberê Kurdan î tu
Lê di pesnê te dinalin sed Cegerxwîn û Hejar
Kes bi mislê te negiha rewneqa cîhanî tu
Ji siyaset çi xeberdin bo te Napolyon xulam
Ji şecaet çi bibêjin Rostemê medanî tu
Ji edalet çi beyan kim Omer û Noşîrewan
Ez ji husna te bibêjim Yusufê Ken’an î tu
Xof û tirsa te ketiye nav dijminan
Kelemê nav çavê Tirk û Ereb û Îranî tu
Tank û top û tîpên dijmin tev ji bin îmha dibûn
Hem gelek serdar û serkar girtiyê zindanî tu
Sed wekî Wîlson û Johnson, Şastrî hem Kosîgin
Tev ji tedbîra te mest in karê Pêşmerganî tu
Her bes e ji bo te ew şeref ser û bavê Kurdekan
Cah û mensef tev te berdan da bijî lawanî tu
Lew di bin napalên dijmin tevde borîn emr û dem
Geh li Mahabad û Barzan betlê sê sewranî tu
Hib û hezkirin û evîna te di nav qelbê me de
Em dibin Pêşmerge carek ger ku bê fermanî tu
Ruh û canê xwe telef kin yan hemî azad bibin
Leşker û em nobedar in bo seray û eywanî tu
Aferîn sed aferîn bavê Loqman aferîn
Tu ji bona miletê Kurd bav û hem piştvanî tu
Daw û doza serxwebûnê wî bi alem ragihand
Geh li Parîs geh li London dengê mebûsanî tu
Hêvîdarin em ji Yezdan tu muwefeq bike
Şoreşa te bi ser kevî da bibim mêvanî tu
Hem ji Sêwas ta bi Kermanşah di bin ala te bin
Amed û Farqîn û Batman merkez û seyranî tu
Wa bi ayîna te xemilîn sûk û bajarên welat
Xweş qumandan û serokê Partî Demokratî Kurdistanî tu
Hem li pêş te merasim xwendevan sef bi sef
Leşkerê awaz û bang û ringe ringa topanî tu
Qîz û xortên Kurd reqs û hem dîlan dikin
Bi Gurdilî re dibêjin: Her bijî Barzanî tu
Seydayê Gurdilî (Mele İmadedîn Yetîz)
Seydayê Mela İmadeddîn (Seydayê Gurdilî), şairê hêja bi nexweşîya vayrosacorona Covid-9yê li Batmanê (Êlih) ji nav me bar kir. Mala wî hezar caran ava be. Uxira wî ya xêrê be.
— Mehmet Sanrı (@Mihemed) December 2, 2020
Rûhê wî şad be.
Serê hemû malbata wî, nas, dost û hezkiriyên wî sax be.?#Melaİmadeddîn pic.twitter.com/I7sbHY2uY5