image

PeyamaKurd - Berpirsê saziya Rewşenbîrî û Hişyariya Netewî li Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Lîwa Babekir Feqê got, perwerdeya hêzên hevpeyman a ji bo hêzên Pêşmerge berdewam dike.

Berpirsê saziya Rewşenbîrî û Hişyariya Netewî li Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Lîwa Babekir Feqê da xuyakirin, 500 şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê ji Iraqê hatine vekişandin, lê şêwirmendên Amerîkî yên li herêma Kurdistanê nehatine vekişandin û karên xwe berdewam dikin.

Lîwa Babekir Feqê got ku heta niha perwerdeyên Amerîkayê û hêzên hevpeyman bo hêzên Pêşmerge berdewam dik û hemahengiya wan ya berdewam li gel wan heye.