image

PeyamaKurd - Rêveberiya ragihandina Parlamentoya Kurdistanê da xuya kirin ku dema destpêkirina tijekirina forma redkirina malnişîniya parlamenteran eşkere kir.

Rêveberê ragihandina Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed ragihand ku ji sibe 1ê Tîrmehê şûnde tijekirina forma redkirina malnişîniya parlamenteran dest pê dike û wê heta mehekê ev yek bidome.

Saman Ehmed gotiye, ji bo tijekirina formê her kes bi dilê xwe ye, parlamenterên vê demê û demên berê dikarin formê tije bikin.

Divê parlamentarên Herêma Kurdistanê ji bo tijekirina formê biçin dîwan û beşa yasayî ya Parlamentoyê, formê li wir tije bikin.

Di çarçoveya krîza darayî ya Herêma Kurdistanê de ku hikûmeta Iraqê mafê destûrî yê dahata Kurdistanê biriye û ji ber rewşa bi vîrusa koronayê rû daye, hikûmeta Kurdistanê ji bo zêdekirina dahatan di nav têkoşînê de ye.

Hikûmeta Kurdistan ji bo bicihanîna yasaya çaksaziyê, kêmkirina mûçeyan û pêşîgirtina kesên du mûçeyan distînin di hefteyên borî de çend biryarên girîng standibûn.