image

PeyamaKurd – Artêşa TirkiyXê di nav 24 saetên dawî de, hêzeke zêde ya leşkerî ber bi sînorên Başûrê Kurdistanê ve dikişîne û bombebaranên deverên sînorî jî berdewam dikin.

Hat zanîn ku artêşa Tirkiyê niha hewl û tevgera xwe zêdetir xistiye ser Çiyayê Xamtîr û hêzeke zêde aniye Cizîra Botan ji bo gihandina wan hêzên xwe yên li nav xaka Başûrê Kurdistanê û wan xalên leşkerî yên vê dawiyê li nav sînorên Başûrê Kurdistanê danîne.

Herwiha artêşa Tirkiyê beşek ji hêzên xwe jî biriye derdora gundê Hirûrê ku dikeve sînorê qezaya Amêdiyê.

Artêşa Tirkiyê hewl dide navçeyên sînorî yên qezaya Zaxo ku PKKê li çiyayê Xamtîr hêzên Tirkiyê kirine armanc bixe bin kontrola xwe ku piştî êrîşa gerîlayan artêşa Tirkiyê careke din dest bi êrîşên xwe yên li heman herêman kiriye.

Yek ji armanca artêşa Tirkiyê ew e ku di qonaxa duyem de operasyonên berfirehtir bike û ber bi nehiyeya Kanî Masî û paşê biçe navçeyên Berwarî Bala û Nêrwe û Rêkan heta bigihije Dînarte ya qezaya Akrê.

Roja 26ê meha derbasbûyî artêşa Tirkiyê bi helîkopteran leşkerên xwe danîn ser Çiyayê Xamtîr ku 5 kîlometre ji gundê Şeraniş ê nahiyeya Derkara Zaxo dûr e û xaleke pasewanên sînor tê de ye.

Çiyayê Xamtîr li nahiyeya Derkar e ku ser bi qezaya Zaxo ve ye, ew çiya 5 kîlometre ji gundên avedankirî yên wê nahiyeyê dûr e.

Ji ber bicihbûna hêzên leşkerî yên Tirkiyê li Çiyayê Xamtîr, topbaran û bombebaranê, tirs di nav xelkê 30 gundên li wê navçeyê belav bûye ku 13 hezar kes li wê herêmê dijîn û 27 hezar penaber di 3 kampên cuda de li wê deverê dijîn.

Êrîşên Tirkiyê yên asmanî û bejahî ji roja 15ê Hezîranê ve li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi hinceta PKKê berdewam dikin ku gelek gund heta niha vala bûne û hejmarek sivîl jî bûne qurbanî.

Artêşa Tirkiyê li hinek deverên sînorî bingehên xwe yên leşkerî ava kirine û di nav sînorê Başûrê Kurdistanê de bipeşve diçe.