image

PeyamaKurd - Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê ragihand ku niha 22 pêketiyên bi vîrusa koronayê li nexweşxaneyan mane û du kes ji wan pêdiviya wan bi amûra henasendanê heye. Wezareta Tenduristiya Kurdistanê jî îro 24ê Gulanê ragihandiye ku 7 kesên din li nav sînorên parêzgeha Hewlêrê bi vîrusa koronayê ketine.

Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed diyar kir, li vê dawiyê rojane pêketiyên bi koronayê têne tomarkirin. Metirsiya belavbûna vîrusê di nava civakê de heye, ji ber wê jî divê welatî pabendî rênimayên xweparastinê bibin.

Dr. Dilovan Mihemed got, niha tenê 2 nexweş pêwîstiya wan bi amûreya henasedanê û rewşa tenduristiya nexweşên din cîgir e.