image

PeyamaKurd -  Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku di nav 24 saetên dawî de di encama bombebaranan de 15 çekdarên bi ser Îranê ve hatine kuştin.

SOHRê diyar kir ku 2 balafirên guman tê kirin ku yên Îsraîlê bin, li Rojhilatê Sûriyê nêzîkî sînorê Iraqê du caran çekdarên bi ser Îranê ve bombardiman kirine.

SOHRê da xuyakirin ku di encama du bombebaranan de 15 çekdar hatine kuştin.

Balafirên Îsraîlê beriya niha êrîşî baregeh û bingehên milîsên îranî li Sûriyê kiribûn û hejmarek kuştî û birîndar çêbûbûn, lê belê heta niha Îranê ti daxuyaniyek derbarê wan êrîşan de nedaye.