image

PeyamaKurd Li Hewlêrê, şanda Wezareta Derve ya Swêdê bi Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê re civiya.

Li gor Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ji K24 diyar kir, ‘‘Hevdîtin li ser daxwaza şandeya Wezareta Derve ya Swêdê bû. Di hevdîtinê de pirsên diyaloga Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, krîza Sûriyê û civînên li Cenêvê yên di derbarê çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de hatin guftûgokirin.’’

Herwiha Biro destnîşan kir: “Welatên zêdetir bandora wan di krîza Sûriyê de Sûriyê de hene, Amerîka û Rûsya ye û di piştî wan Tirkiye û Îran tên, lê rola Ewropayê lawaz e.”

Di çend rojên derbasbûyî de şandeke Wezareta Derve ya Siwêdê, serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û bi aliyên siyasî û HSDê re civiya bû û piştevaniya welatê xwe ji bo diyaloga Kurdî - Kurdî nîşan dabû.

Ev serdana şanda Wezareta Derve ya Swêdê, bo Rojavayê Kurdistanê, piştî Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde berî çend rojan di konferanseke rojnamevanî de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re, li Enqerê ji Tirkiyê daxwaz kir; hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne û Enqere weke berpirsê dabeşkirina axa Sûriyê û çewisandina Kurdên li Sûriyê tohmetbar kir, hat.