image

PeyamaKurd - Di daxuyaniya îro ya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku di 24 demjimêrên borî de 304 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 304 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 98 kes li Hewlêrê, 72 kes li Silêmaniyê, 105 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 18 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

14 kesan ji ber vîrûsa koronayê can dane jî 3 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.

Herwiha di 24 demjimêran de 539 kes ji nexweşiyê baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên giştî gihîşt 96201 kesan, ya mirinan bû 3132 kes û heta niha li Herêma Kurdistanê 60 hezar û 165 kes jî baş bûne.