image

PeyamaKurd – Qanûna parastina qedr û qiymetên netewî li parlementoya Kurdistanê tê guftûgokirin. Parlemento xwe amade dike da bo parastina hinek qiymetên netewî ya bi 7 xalan derbixe.

Eger qanûn derkeve û bikeve rê, ala Kurdistanê, Pêşmerge, sirûda netewî, kesên tevlî têkoşîna rizgariya Kurdistanê bûne û rêzgirtina li dîroka têkoşînê ya Kurdistanê di nav xalan de ne. Kesên li dûv van xalan neçin, wê di derbarê wan de li gor qanûna bingehîn ya Iraqê, xala 226 di derbarê wan de kiryar bêkirin.

Reşbeleka qanûn niha li ber destê komisyona hûqûqê ya parlemento ye. Li gor xala 226 an; kî li hemberê qedrên netewî yên Kurdistanê bêrêziyê bike, herî zêde 7 sal cezayê zîndanê bo wî dikarin bidin. Ji bilî cezayê zîndanê, dikarin cezayê manewî jî bidin wan kesên bêrêziyê dikin.