image

PeyamaKurd – Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagirkeriya rêxistina terorîst a DAIŞê de berxwe dida, gihîştibû qonaxeke hestiyar û tenê deriyê sînorê Bakurê Kurdistanê ango deriyê ligel Tirkiyê mabû ku şervanan berxwe dida.

Serok Mesûd Barzanî piştî hewldanên xwe yên navdewletî hişt ku Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê bikeve tevgerê û bi balafirên şer DAIŞê bombebaran bikin.

Serok Barzanî hevdem bi riya dîplomasiyê hişt ku Pêşmergeyên Kurdistanê bi ser Bakur de, derbasî bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bibin û biçin alîkariya birayên xwe yên şerê DAIŞê dikirin.

Parlamentoya Kurdistanê 22yê Cotmehê bi yekdengî biryara derbaskirina hêzên Pêşmerge bo Kobanê pejirand.

29ê Cotmeha 2014an jî karwaneke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi coş û piştevaniyeke xurt a gelê Kurd derbasî Bakurê Kurdistanê bû û bi awayekî nedîtî bi qedrekî mezin hat pêşwazîkirin.

Hêza Pêşmerge ku bi fermana serok Barzanî hatibû hawara birayên xwe yên li Kobaniyê şerê terora herî dirinde dikirin, di demeke herî tengav de gihîşt Kobaniyê û hişt ku bi rêya hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî û bi topbaran û şêwirmendiya Pêşmerge balansa şer biguhere û DAIŞ têk biçe.

Kobanî piştî guhertina balansa hêzê û beşdariya Pêşmergeyên Kurdistanê 27ê Çileya 2014an ji DAIŞê bi temamî hat rizgarkirin ku ev berxwedana keç û xortên Kurd ket rûpelên dîroka berxwedanê li cîhanê.

PeyamaKurd