image

PeyamaKurd – Piştî ku Parlamentoya Iraqê bazineyên hilbijartinên giştî yên parêzgeha Kerkûkê li ser rêkeftina aliyên siyasî pesend kir, Seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî got, wan wek Herêma Kurdistanê awayê herî baş ê dabeş kirina bazineyên Kerkûkê bidest anîne.

Seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji BasNewsê re daye xuyakirin, di çarçoveya wê rêkeftina hatiye kirin de li ser pirbazineyiya hilbijartinên parêzgehên Iraqê bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, deng li ser çawaniya dabeşkirina bazineyên Kerkûkê ji hate hate dayîn û dabeşî 3 bazineyan hate kirin.

Viyan Sebrî got, “Em rijdbûn li ser dengên kurdan, bi taybet li rojhilatê bajarê Kerkûkê ku piraniya wan dengên kurdan in û 5 kursî bo bê danîn û li navenda Kerkûkê jî ku taxên têkel in 4 kursî hate danîn û herçend navçeyên başûrê rojavayê Kerkûkê jî ku ereb in sê kursî bo wan hat danîn. Wiha me karî awayê herî baş ê dabeşkirina bazineyên Kerkûkê bo kurdan bidest bînin.”

Hêjayî gotinê ye hejmara kursiyên Kerkûkê yên Parlamentoya Iraqê 12 kursî ne û 3 kursî jî ji bo jinan hatine veqetandin.