image

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê îro 29ê Cotmehê, piştî ku aliyên siyasî li ser diyarkirina herêmên hilbijartinê yên parêzgeha Kerkûkê li hev kirin, dabeşkirina bazneyên hilbijartinê li Kerkûkê pesend kir.

Li gorî rêkeftinê ji 12 kursiyên parlamenteriyê yên parêzgeha Kerkûkê, mafê 3 parlamenteran ji bo jinan hat terxankirin.

Li gor rêkeftina di navbera hersê aliyên Kurd, Ereb û Tirkmenên Kerkûkê de, bazneyên hilbijartinê li wê parêzgehê li ser bazneyên Rojhilatê Qezaya Navend, Qezaya Navend / Naverast û bazneya Hewîce û Riyazê hatine dabeşkirin.

Ji bo bazneya yekem ku Rojhilatê Qezaya Navend e, 5 kursî hatine diyarkirin ku 4 ji bo mêran û kursiyek taybet bi jinan e, ji bo bazneya duyem ku Qezaya Navend / Naverast e 4 kursî hatine veqetandin ku 4 ji wan ji bo mêran e û kursiyek ji jinan re hatiye terxankirin, herwiha ji bo bazneya sêyem ku Hewîce û Riyaz e, 3 kursî hatine diyarkirin, ku 2 kursî ji bo mêran û kursiyek a jinan e.

24ê Cotmeha 2020an, parlamentoya Iraqê bazneyên hilbijartinan li 16 parêzgehan diyar kiribû û piştre bazneyên parêzgeha Nînowa (Mûsil) jî hatibûn diyarkirin.

Li gor yasaya ku parlamentoya Iraqê pesend kiriye, ji bo hilbiajrtinên sala 2021an Iraq li ser 83 bazneyên hilbijartinê hatiye dabeşkirin.