image

PeyamaKurd - Parlamenterê Kurd ê Êzidî li Parlemetoya Federal a Rûsyayê Zelîmxan Mutsoev, li Koşka Kremlîn a Rûsyayê, madelyaya rêzgirtinê ya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wergirt.

Zelîmxan Mutsoev ku Kurdekî Êzidî yê niştecihê Moskowê ye, heta niha 5 caran ser hev di hilbijartinên parlementoyê de bi piraniya dengan hatiye hilbijartin.

Mutsoev di hilbijartinên 18ê Îlona 2016an de jî bi piraniya dengan li herêma Uralski ya Rûsyaya Federal bû endamê Parlementoya Rûsyayê.

Mutsoev yekane kes e ku li Rûsyayê pênc caran ser hev dibe endamê parlementoyê û piraniya dengan bi dest dixe.

Zelîmxan Mutsoev di demên dijwar de jî li kêleka gelê Kurd sekiniye û di dema êrîşên DAIŞê yên ser Herêma Kurdistanê de, bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî pêşkêşî mexdûrên terora DAIŞê kirine.