image

PeyamaKurd – Bo Australya piştevaniya Kurdistana serbixwe bike, Parlamanterekî Australî bang li Hikûmeta welatê xwe dike.

Parlamanterê Australiyayê Andrew Wilkie, gilînameyek amade kir û tê de daxwaz ji Parlamento û Hikûmeta Australya kir, ji bo pêşkeftina aborî û civakî ya gelê Kurd, piştgiriya damezrandina Kurdistaneke serbixwe bikin.

Parlamenterê Australî Wilkie diyar dike û dibêje:

“Di vê gilînameyê de, ez bang li Hikûmeta Australyayê dikim ku piştgiriya mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd bike, da ku Kurdistaneke serbixwe damezrîne. Serxwebûna Kurdistanê, wê bandoreke mezin li ser pêşketina aborî û civakî ya gelê Kurd û parastina nasnameya neteweyî ya Kurd bike. Ji sedsalekê zêdetir e ku hewldanên wan ên ji bo serbixwebûnê,, bi qirkirin, êş û azaran hatine bersivandin û her tim hewldanên wan ên azadiyê hatine jinavbirin.”

Herwiha Wilkie destnîşan dike:

“Di vê gilînameyê de ez bang li Encûmena Nûneran dikim, ku mafê gelê Kurd a avakirina dewletê qebûl bike ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekê ji aliyê hêzên cîhanî ve li gorî hiqûqa navneteweyî soz ji wan rehatibû dayin. Ji ber ku yek ji rêgezên sereke yên sîstema navdewletî ye ku xwe bi xwe birêve bibe û biryara çarenivîsa xwe diyar bikin, bêyî ku tu alî destêwerdanê di karûbarên wan de bike.”