image

PeyamaKurd – Di derbarê lêkirina diwarê navenda bajarê Diyarbekirê de, Wekîlê Firaksiyona HDPê rexneyên tund kir û da zanîn: “Piştî Dîwarê Berlînê, dîwarekî nû yê şermê li Diyarbekirê tê lêkirin û armanc jî ne diyar e.”

Di kongreyeke rojnamevanî de Saruhan Oluç, behsa dîwarê li navenda bajarê Diyarbekirê tê çêkirin, doza kuştina Tahîr Elçî, budceya sala 2021a ya Tirkiyê û rexneyên li ser HDPê kir.

Li ser doza kuştina Tahîr Elçî, Saruhan Oluç da zanîn, daraz ji bo ku ceza nede kesên encamderên suîkasta Tahîr Elçî, 5 sal e mijûl dike û diyar kir, “Li cihê bûyerê delîl nehatin komkirin û beşek jê hatin jinavbirin. Ji bo ku kesên Tahîr Elçî kuştine bên cezakirin di warê yasayî de tişta ji destê me tê em ê dê bikin.”

Oluç rexne li budceya bo sala 2021a ya Tirkiyê kir û destnîşan kir, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gendelî, bêkarî zêde bûye, kelûpel giran bûne û xelk deyhindar bûye û got: “Budceyek e ku pişkê dide siyasetên emnî. Perwerdehî , tendirustiyê, karker, kedkar, dikandar û xanenişênan paşguh dike.”

Li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê, ji meha Tebaxa îsal ve dest bi lêkirina dîwarekî hatiye kirin, ku 12 kîlometran dirêj, metreyek û 80 cm bilind e û bajar dike du beşan. Li ser nerazîbûna xelkê û rêxistinên civaka sivîl, Wezareta Guhastinê ew proje rawestandibû, lêbelê roja 16ê Cotmehê careke din dest bi wê projeyê hatiye kirin.

Saruhan Oluç jî di kongreya rojnamevanî de rexneyên tund li wê projeyê kir û diyar kir, bêyî ku li gel xelkê û rêxistinên civaka sivîl ên bajar bişêwirin dest bi projeyê kirin.

Wekîlê Firaksiyona HDPê amaje bi rêjeya zêde ya bêkariya li Amedê kir û pirs kir: “Hûn vî dîwarî çima lê dikin, armanca we çi ye, lêçûna wê çend e, ti sûda vê projê heye?” Oluç got jî, “Em van pirsan dikin lê bersivê wernagirin. Em dê berdewam bin li ser pirskirinê.”

Herwiha Saruhan Oluç ragihand, “We qeyûm danî ser şaredariya Diyarbekirê têrî nekir, dîwarên li derdora şaredariyan têrî nekir û niha jî bajar dikin du beş. Ango piştî Dîwarê Berlînê dîwarekî nû yê şermê li Diyarbekirê tê lêkirin û armanc jî ne diyar e.”

Di derbarê rexneyên Ayhan Bîlgen û Altan Tan ên li ser HDPê jî Oluç got: “Ayhan Bîlgen hevşaredarê me ye û îradeya xelkê Qersê hat xespkirin. Ez duh bi wî re civiyam. Ayhan Bîlgen berî niha jî rexneyên xwe anîbûn ziman. Partiya me xwe ji nîqaşeke demokratîk nade paş û vekiriye.” Li ser rexneyên Altan Tan jî Oluç got, ew naxwaze bersiv bide û sedem jî wiha aşkere kir “niha ne parlamenterê partiya me ye.”