image

PeyamaKurd – Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Beg, biryara zewaca zaroka bi navê Merwa Hacî ya 14 salî bi zilamê bi navê Coxî Siloyê 54 salî re hilweşand.

Nûnerê Mîr Hazim li ser wê mijara zewacê ku rastî bertekan hatibû ji medyayê re ragihand, "Bi emrê mîr Hazim, spas ji bo Xwedê pirsgirêka Coxî Silo û Merwa Hacî hat çareserkirin û biryara zewacê hat hilweşandin. Zewac nehatibû kirin, tenê hatibû xwestin."

Mîrê Êzidiyan diyar kiriye ku di nav civaka Êzidiyan de destûr ji van kiryaran re nîne û hat gotin: "Di medyayê de ev mijar gelek belav bû. Lewma em gelek xemgîn bûn. Ev karekî gelek xelet e. Di nav Êzidiyan de ev kar çênabe. Keçek gelek biçûk be û zilam gelek mezin be, em vî karî red dikin."

Nûnerê Mîrê Êzidiyan destnîşan kir ku ev pirsgirek bi temamî hatiye çareserkirin.