image

PeyamaKurd – Bi sedema wefata diya fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxiyê dabû Mezlûm Ebdî. Li ser dana sersaxiya Barzanî, îro Mezlûm Ebdî sipasiya serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û weha got:

“ Birayê hêja birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî;

Em gelek spasiyê dikin ji bo hevxemî, serxweşî û hestên we yên dilsozane yên beranber wefata dayika min. Em ji we re temenekî dirêj dixwazin. Ji xwedayê mezin dixwazin ku xêrê bike para we û dilê we bi şîna hezkiriyên we neêşîne.

Em hêvîdarin ku di rojên pêş de ji bo berjewendiyên gelê xwe bi hev re bixebitin."

Mezlûm Ebdî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk

22 yê Rêbendana 2021ê