image

PeyamaKurd – Li Kurdistanê û cîhanê mezinê Terîqeta Qadirî Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî, can da.

Li gorî zanyariyan, mezinê Terîqeta Qadirî li Kurdistan û cîhanê, şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî îro ji ber nexweşiyê can da.

Li ser wefata wî, kurê wî Şêx Nehro diyar kir, bavê wî îro danê sibê li Amerîka ji ber nexweşiyê can daye.

Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî, sala 1938 li gundê Kirbecine yê nahiya Sengaw ya Silêmaniyê ji dayik bibû.