image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 7ê Tîrmehê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê, Jenin Plasckart kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de danûstandin li ser derbarê rewşa Iraqê û hewlên çareserkirina arîşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral de, hatiye kirin.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî amadehiya xwe ji bo hevkarîkirina hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Federal bo gihîştinê rêkeftineke giştgir, bingehîn û demdirêj ku cihê razîbûna herdu alîyan û li berjewendîya hemû hevwelatîyên Iraqê be, .

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Federal de berdewam dikin, bi armanca çareserkirina hemû arîşeyan bo gihîştina rêkeftineke li ser binemaya destûra Iraqê.

Mesrûr Barzanî herwiha bal kişand ser, girîngîya karkirina mekanîzmeya hevahengîya hevbeş a ewlehîyê di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de li  deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberîya hikumeta Herêma Kurdistanê.