image

PeyamaKurd - Navenda ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştî eşkerekirina desteserkirina şaneyeke 3 kesî ya hewla teqînan, kuştin û aloziyê didan mikurhatinên wê şaneya ku ji istxbarta Tirkiyê re kar dikir weşand.

Li gorî daxuyaniyê ew şane ji 3 kesan pêk tê ku ji aliyê meclîsa leşkerî ve hatine girtin û navên jî Ebû Hisên El-Ewad, Mihemed Tewfîq Bozan û Macid El-Derwîş e.

Hat ragihandin ku wan kesan li xwe mikur hatiye ku wan ji MÎTa Tirkiyê re kar dikir û kuştina serokeşîr û kesayetên netewî yên li Minbicê plan dikirin.

Wan çekdaran gotiye, armanca sereke ya karê wan, têkbirina ewlehiya herêmê û projeya Rêveberiya Xweser e.

Kesê bi navê Ebû Hisên El-Ewad dîmenê xalên leşkerî li beramberî pereyan ji istxibarata Tirkiyê re dişand ku bixwe dibêje, “Min ji wan re dîmenên binkeyên Rûsan û gelek baregehên din kişand. Mîna xaçerêya Ûsicilî, xala Iskender û Şerfan. Her wiha min dîmenê gelek çekên giran jî kişandin.”

Mihemed Tewfîq Bozan ku ji başûrê Babê ye dîmenên binkeyên leşkerî yên li Minbicê ji MÎTê re şandine dibêje: “Min ji Istixbarata Tirk re, dîmenê 4 binkeyên leşkerî li Kobanê kişandiye. Li beramberî van dîmenan ji min re hezar û 300 dolar şandin.”