image

PeyamaKurd – Li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, 3 girtî hatin bidarvekirin û girtiyekî jî xwe kuşt.

Li gor Malpera Mafê Mirovan ya Hengawê diyar kir, îro danê sibê 3 girtiyên di girtîgeha navendî ya Ûrmiyê de bûn, ku bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin, hatin bidarvekirin.

Herwiha hat eşkerekirin, girtiyekî din jî ku biryar bû were îdamkirin, beriya ku wî bibin ber dara îdamê, xwe kuşt.

Her çar girtiyên ku Azerî bûn, 5 sal berê bi tohmeta kuştina 5 kesan hatibûn girtin û bi qîsasê hatibûn mehkûmkirin.