image

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 136 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û kesekî jî ji ber vîrusê can da.

Li gor Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, di 24 saetên borî de 136 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û kesekî jî ji ber wê can da.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir, kesê ku can daye, zilam e û ji bajarê Hesekê ye.

Herwiha Mistefa diyar kir, ji 153 haletên nû yên pêketiyên vîrusa Koronayê yên li navçeyên Rêveberiya Xweser, 76 kes mêr û 60 kes jî jin in. 18 kes li Hesekê, 28 li Qamişlo, 44 li Dêrik, 17 li Girkê Legê, 8 kes li Çil Axa, 4 li Rimêlan, 7 li Amûdê, 3 li Tirbespiyê, 4 li Dirbêsiyê, 2 kes li Kobanî û kesek li Reqa, bi vîrusa Koronayê ketine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji do heta îro 12 kesên din ji Koronayê baş bûne.

Bi van amarên nû re, hejmara kesên ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi vîrusa Koronayê ketine, gihîşt 3387 kesan, 104 kesan can dane û 658 kes jî baş bûne.