image

PeyamaKurd - Fermandariya Polîsên Kerkûkê ragihand ku wan berpirsekî DAIŞê yê veguhestina çekan û madeyên tenduristiyê û çandina mayinan bi navê Ebû Telha û terorîstekî din ê bi navê Ehmed Abullah El-Iraqî ku berpirsê belavkirina diravan bû li Kerkûkê desteser kirin.

Di daxuyaniya de hatiye ragihandin ku li gorî agahiyên îstixbaratî yên Îstixbarat û Ewlehiya Kerkûkê, tîma operasyonê ya girêdayî Nivîsgeha Fermandarê Polîsên Kerkûkê bi hevkariya

Fermandariyê daye xuyakirin ku di encamê de terorîstê bi navê Ebû Telha yê berpirsê tevgera mafyayên DAIŞê û veguhestina çekan û madeyên tenduristiyê û çandina mayinan û terorîstê bi navê Ehmed Abdullah El-Iraqî ku pere li terorîstên li Kerkûkê belav dikir, hatin desteser kirin.