image

PeyamaKurd - Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê îro roja yekem a Cejna Remezanê bi edakirina nimêja cejnê dest pê kir.

Digel qedexeya çûnûhatinê ya ji bo pêşîgirtina belavbûna nexweşiya vîrusa koronayê jî li praniya mizgeftên bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê nimêja bi komî hat kirin, lê tedbîrên koronayê jî nehatin jibîrkirin.

Li Hewlêrê jî Mizgefta Bextîyarî ji bo nimêja cejnê vekirîbû û hat xuyakirin ku welatî li gorî tedbîrên koronayê bi navberdayînê nimêja xwe kirin.