
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro 289 kes bi kovid-19 ê ketine û bi sedema nexweşîna pandemiyê 9 nexweş can dane. Wezaret ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir. Rêjeyên pandemiyê li herêma Kurdistanê wehane:
98.109 kes heya îro bi nexweşînê ketine.
61.962 nexweş heya îro baş bûne.
3.212 nexweş heya îro wefat kirine.
289 kes îro nexweş ketine.
9 nexweş îro wefat kirine.