image

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa îro ya Kovid-19 ê li Herêma Kurdistanê ragihand. Li gor ragihandina wezaretê îro 24 nexweş can dane û 259 mirov bi nexweşînê ketine.

Duhî nexweşên Kovid-19 ê yên ku baş bûne û şîfa xwe dîtine 385 kesin. Li gor rêjeyên encamê; heya niha li Herêma Kurdistanê 95.897 kes bi nexweşînê ketine, li dora 60 hezar kes baş bûne û 3.118 nexweş wefat kirine.