image

PeyamaKurd- Li Herêma Kurdistanê bi sedema Kovid-19 ê 14 nexweş can dan. Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa Kovid-19 ê ya herêmê ragihand. Rewşa Herêma Kurdistanê ya nexweşîna Kovid-19 ê weha ye:

16.084 kes heya niha bi nexweşînê ketine.

  9.843 nexweş heya niha baş bûne.

     811 nexweş heya niha wefat kirine.

  2.522 test îro hatine kirin.

     507 kes îro bi nexweşînê ketine.

     132 nexweş îro baş bûne.

       14 nexweş îro wefat kirine.

Kesên ku wefat kirine li Hewlêrê 6, li Silêmaniyê 6, li Duhokê 2 kesin.

Kesên ku îro bi nexweşînê ketine, li Hewlêrê 244 kes, li Duhokê 92 kes, li Silêmaniyê 70 kes, li Germiyanê 28 kes, li Raperînê 59 kes, li Helepçeyê 14 kes in ku bi temamî jimara wan dike 507 kes.