image

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê îro 13ê Îlonê, 4 karmendên Encûmena Xwecihiya Mabeta û 3 kesên din revandin. Herwiha rêxistinê diyar kir ku 9ê Îlonê jî 2 kesên din hatine revandin.

Li gorî ragihandina rêxistinê, piştî ku karmendên Encûmena Xwecihî pere dan, ew hatin berdan. Lê çarenivîsa 3 kesên din hê ne diyar e.

Herwiha hat ragihandin ku koma çekdar a Ehrar El Şerqiye roja 9ê mehê 2 kesên bi navên Egîd Şêxo Şêxo û Celal Mihemed Şêxo ji gundê Qêsim ê navçeya Reco revandine û piştî çekdaran pere ji wan standine hatine berdan.