image

PeyamaKurd- Li navçeya Bazîdê ya bi ser bajarê Agiriyê, erbeya ku ji di ser Bazîdê diçû ber bi bajarê Wanê de, di helan de çû jêr û di encamê de 4 kes mirin û kesekî birîndar bû. Ji 4 kesên ku mirine 2 ji wan zarokin.

Di qezayê de Hasgül, Eda (14) û Nisanur B. (12) li ciyê qezayê can dan. Ajotvan Ahmet U. û Dilşah U. Birîndar bûn.  Tîmên tenduristiyê yên 112 an birîndaran birin nexweşxaneya Bazîdê ya Doç. Dr. Yaşar Eryılmaz. Dılşah U. li nexweşxanê canê xwe da.

Tîmên cendirmeyan li ciyê qezayê tedbîran sitendin. Kesên ku qeza kirine, ji bajarê Qersê bo tatîlê diçûn bajarê Wanê.