image

PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê hejmarên pêketiyên vîrusa koronayê ev demek e her zêde dibe ku Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro Pêncşemê de 18 mirin û 1285 pêketiyên nû ragihand.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê de hatiye eşkerekirin ku di navdi 24 demjimêrên borî de 1285 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 18 kesan jî can daye.

Hat diyarkirin ji pêketiyên 24 saetên dawî 580 kes li Hewlêrê, 187 kes li Silêmaniyê, 440 kes li Duhokê, 27 kes li Helebceyê, 36 kes li Germiyanê, 15 kes li Raperînê ne.

18 kesên wefat kirine jî 2 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê û 1 kes li Raperînê ne.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêran de 503 kes jî ji nexweşiya vîrusa koronayê baş bûne.

Bi van hejmarên dawî re hejmara pêketiyan li seranserê Herêma Kurdistanê gihîşt 74 hezar û 334 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 406 kes û heta niha 42 hezar û 76 kes jî baş bûne.