image

PeyamaKurd - Hevserokê Buroya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûrî Dr. Ebdulkerîm Omer û Hevseroka PYDê Eyşê Hiso derbarê terorîstên DAIŞê yên girtî de diyar kirin ku komisyonek hatiye avakirin û dest bi hevdîtinan kiriye.

Rayedarên Rêveberiya Rojava destnîşan kirin ku hedefa wan a yekemîn ji bo darizandina terorîstên DAIŞê yên girtî avakirina dadgeheke navdewletî ye.

KOMISYONÊ DEST BI HEVDÎTINAN KIRIYE

Hevserokê Buroya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûrî Dr. Ebdulkerîm Omer ji ANFê re ragihand, piştî serketina HSD-QSDê li dijî terorîstên DAIŞê komîsyonek hatiye avakirin û wê komisyonê jî dest bi hevdîtinan kiriye:

‘TERORÎSTÊN DAIŞÊ BIREVIN WÊ JI BO ME Û CÎHANÊ GEFEKE MEZIN BIN’

“Hevdîtina me bi welatên ku cihê xwe di nava koalîsyona li dijî DAÎŞê de hat kirin, Hemû aliyan teqezî li ser avakirina dadgeheke navnetewî kirin. Ji ber ku ev kesên girtî di êrîşeke muhtemel de firsenda revê bibînin hem wê ji bo me û hem jî ji bo cîhane bibe gefeke mezin.”

OMER: YAN WÊ HER WELATEK WELATIYÊ XWE BISTÎNE, YAN WÊ LI VIR WERIN DARIZANDIN

Omer diyar kir, li pêşiya wan du rê hene û wiha axivî: “Yan wê her welatek hemwelatiyên xwe bigire, ku heta niha tu welat ne aligirê vê ne. Yan wê li vir werin darizandin. Ev jî piştgiriya navnetewî dixwaze. Eger van herdu hilbijartinan jî qebûl nekin divê alternatîfa xwe pêşkêş bikin. Lê ya em dibînin tu alternatîfek ya wan jî tune ye.”

‘PIRSGIRÊK NAVNETEWÎ YE, DIVÊ EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’

Dr. Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku pirsgirêk ‘pirsgirêkeke navnetewî ye’ û wiha domand: “Em van tiştan bi tena serê xwe nakin. Divê qada navnetewî bibe alîkar. Niha mijar nû ye û hevdîtinên me didomin. Em bawerin ku em ê bihevre li dijî vê pirsgirêkê têbikoşin. Ji ber ku alternatîfek din nîne.”

EYŞE HISO: DIVÊ MESELEYA DAIŞÊ BI RENGEKÎ STRATEJÎK WERE ÇARESERKIRIN

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso jî derbarê mijarê de berpirsyariya hêzên navneteweyî destnîşan kir û got, di mijara girtiyên DAÎŞê de pêwîstî bi çareseriyeke stratejîk heye, naxwe metirsî hîn jî didome.

AQÛBETA 72 HEZAR MALBAT Û TERORÎSTAN DIYAR NEBÛYE

Hêjayî gotinê ye, HSDê piştî ku li Bakur (Rojavayê Kurdistanê) - Rojhilatê Sûrî dawî li DAÎŞê aliyê leşkerî yê DAIŞê anî, bi giştî jin û zarok jî di nav de 72 hezar DAÎŞîyan xwe radestî HSDê kirin.

Ji 54 welatên cuda yên cîhanê milîtan û malbatên wan hatine girtin, niha li ser dahatuya wan DAIŞîyan gotûbêj têne kirin û Rêveberiya Rojava daxwazê ji welatên hevpeymaniyê dike demildest bikevin tevgerê û darizandineke navdewletî bidin destpêkirin.