image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser nexweşketina fermandarê Fermandariya Operasyonan a Bexdayê Ebdulhuseyîn Temîmî, Korgeneral Keys-el Muhammedawî erkdar kir.

 Berdevkê leşkerî yê serokwezîriya Iraqê Yehya Resûl ragihand, fermandarê Fermandariya Operasyonan a Bexdayê Ebdulhuseyîn Temîmî ji ber rewşa tenduristiya wî nebaş e rakirine nexweşxaneyê û ji aliyê Serokwezîr Kazimî ve li şûna wî Korgeneral Ebdulhuseyîn Temîmî hatiye erkdar kirin.

Muhammedawî piştî bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderên Iraqê di Cotmeha 2019an de, li şûna Korgeneral Celîl Rûbayî ji bo Fermandariya Operasyonan a Bexdayê hatibû erkdar kirin lê ji ber nexweşîna xwe ji wê erkê hatibû wergirtin.