image

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand, wezareta tenduristiyê ti pêşniyarek ji bo dirêjkirina qedexeya derketina derve li hikûmetê nekiriye.

Berzencî got, me ti pêşniyarek ji bo dirêjkirina qedexeya derketina derve ya ku ev sê roj in ji ber vîrusa koronayê hatiye ragihandin, nekiriye û wan ti daxuyaniyek di vî warî de nedane.

Dr. Berzencî li ser hin nûçe û zanyariyên li ser medya civakî derbarê dirêjkirina qedexeyê de hatine belavkirin da zanîn, “Tenê em li ser bicihanîna şîretên tenduristiyê rijd in. Bila welatî ji hev dûr bin û mask û lepikan bikar bînin. Em jê nîgeran in ku hejmara berkeftiyên koronayê zêde bûye.”