image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo Roja Perwerdeyê ya Navnetewî peyamek belav kir û spasiya mamosteyan kir ku di demên zehmed de bi xîret xebatên xwe didomînin.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser medya civakî belav kiriye de, fedakariya mamosteyên Kurdistanê di dema pandemiya Covid-19 de bilind nirxand û got, ”Fedakariya mamosteyên Kurdistanê ya di dema pandemiya Covid-19 de û xîret û xebatên wan ên ku bandora koronayê li ser zarokan herî kêm kirine cihê serbilindiyê ye.”

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser zehmetiya karê mamosteyan û ji ber xebata wan a ji dil û bi xîret ew pîroz kirin.

24ê Çile ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî Roja Perwerdeyê ya Navnetewî hatiye diyarkirin ku her sal tê pîrozkirin.