image

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ahmed Sahhaf bi daxuyaniyekê ji medya Rûsî re ragihand ku divê Tirkiye dawî li operasyonên leşkerî bîne û dibe ew ji bo vê yekê serî li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî jî bidin.

Sahhaf herwiha got ku ew dikarin ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê serî li Yekîtiya Erebî û Rêxistina Hevkariya Îslamî jî bidin û destnîşan kir, “Di destê me de amûrên zexta aborî jî li hemberî Tirkiyê hene.”

Li ser vê bangewaziya Iraqê, Wezareta Derve ya Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê îdia kir ku ew bi biryar in tedbîrên xwe di çarçoveya hiqûqa navdewletî û mafê prastina rewa de bistînin û daxuyaniyên ji Iraqê tên jî wekî daxuyaniyên ne di cî de û bê palpişt bi nav kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy di daxuyaniya xwe de dibêje, heta ku hêviyên wan ên derbarê têkoşîna dijî PKKê de bicih neyên ew dê êrîş û operasyonên xwe bi biryardarî bidomînin.