image

PeyamaKurd - Li herêma Dêrazorê ya Sûriyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 4 kes bi tohmeta ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye, desteser kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, Hêzên Sûriya Demokrat bi ser gundê Hesîn ê bakurê Dêrazorê de girt û 4 kes bi tohmeta, ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye desteser kir.

SOHRê diyar kir, di dema birêveçûna wê operasyonê de tevgereke zêde ya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî jî hebû.

Di operasyona meha Hezîranê de jî HSDê bi piştevaniya hêzên hevpeymaniyê zêdetirî 100 endam û alîgirên DAIŞê yên şaneyên veşartî desteser kiribûn.