image

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 22yê Çile piştî nimêja Înê daxuyanî dan û bersiva pirsa operasyoneke dijî Şingalê da.

Erdogan li ser pirsa rojnamevanan a derbarê operasyoneke dijî PKKê li Şingalê got, “Em amade ne operasyonên hevbeş filan (ligel hêzên Iraqê) bikin, lê ev operasyon bi eşkere nayên ragihandin.”

Erdogan di berdewamê de jî wiha pê de çû: “Her tim gotineke min heye. Dibe ku şevekê ji nişka ve em bên. Mesele ev e.”

Serokomarê Tirk li ser pirsa hilbijartinên pêşwext ku ketiye rojeva opozîsyona Tirkiyê jî got ku heta 2023yan pêkanîna hilbijartinan ne mijara gotinê ye.