
PeyamaKurd - Baregeha Barzanî li ser wefata Pêşmergeyê herdu şoreşên Gulan û Îlonê Tarîq Mewlud peyameke serxweşiyê belav kir.
Baregeha Barzanî di peyama xwe de da zanîn, “Malbata Xwedêlêxweşbûyî fermandarê serbazî yê wêrek û kurdperwer Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê Tariq Mewlud gihîşt me. Kak Tarîq Mewlud û malbeta we di xebata neteweyî û nîştîmanî da, dilsoz serxeşiya xwe arasteyî malbata we ya birêz xizm û nas dostên we dikin û xwe bi hevxemê we hemûyan dizanin.”
Di berdewamê de hat gotin, “Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin sebir û aramiyê bide we hemûyan û ruhê Xwedêjêrazî Kake Tarîq Mewlud bi behişta xwe şad bike.”