image

PeyamaKurd - Berdevka fermî ya Baregeha Barzanî Viyan Dexîl li ser kuştina pisporê ewlehiyê û şîrovekarê siyasî yê Iraqê Hîşam El Haşimî li paytexta Iraqê Bexdayê, daxuyaniyek belav kir û terorkirina Haşimî şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

Mixabin nûçeya kuştina şarazayê asayîşê Hîşam El Haşimî gihîşt me, ku bi kiryarekî zulmê ve ji aliyê grubên derveyî yasayê ve ew bûyer pêk hatiye.

Em wê bûyera terorîstî bi tundî şermezar dikin û daxwazê ji saziyên peyvendîdar ên Bexdayê dikin bo kujerên wî bên dîtin û radestî dadgehê bên kirin, ku bigehin cezayên xwe.

Em ji xwedayê mezin daxwaz dikin wê efû bike û rihmê lê bike û aramî û sebrê bide kesûkarên wî.

Viyan Dexîl

Berdevka fermî ya Baregayê Barzanî

07.07.2020