image

PeyamaKurd – Hevşaredarê Silopiya Süleyman Şavluk ragihand ku bi rêya telefonê jê re li ser navê İŞİD ê tehdîd hatine. Şavluk jî dokumanên li ser telefonê hatine bo wî, daye dozgeriyê û xwestiye kesên wî tehdîd kirine bên dîtin.

Şavlukê HDP yî ragihandiye ku gelek caran hatiye tehdîdkirin. Ji Şavluk re li ser Whatsapp ê bi jimareyeke telefona wê koda Tirkiyê ye, dîmenên li ser wan alên İŞİDê, wêneyên rêvebirên İŞİD ê û wêneyên kuştiyên ji destê İŞİD ê hebûne.

Şavluk dibêje ku bi zimanê Erebî jê re gotine: “Tu Kurdî, em ê we piperçixînîn seyê se” û di xetên normal de jî telefonên tehdîdê jê re hatine.

Li ser ku parêzerê wî gotiye axaftinan qeyd bike, çi jê re hatine qeydiyên wan çêkiriye û bo tesbîta wan serî li dozgeriyê daye. Parêzerê wî dosyayê dişopîne û bo tesbîta telefonê tesbît bikin bê ya kiye dixebitin.

Tehdîd li şaredarê Îstenbolê li İmamoğlu jî ji aliyê İŞİD ê de hatibû kirin û hetta behsa lêxistina wî an kuştina wî hat kirin ku wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Süleyman Soylu mijarê red dike û got u tişteka weha tineye.