image

PeyamaKurd - Dewleta Federal ya Iraqê bi dewletên kolonyalîst û dewletên emperyal re tîfaq kir, herwiha alîkariya xiyenatkarên Kurdan jî sitendin û di 16ê Cotmeha 2017an de êrişî Kerkûkê kirin.

Biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê 7ê Hezîrana 2017an de hat girtin. Girtina vê biryarê, gelek zehmet bû. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê nekokiyên siyasî û partiyan zêde bûn. Midaxelayên dewletên kolonyalîst û bi taybetî jî bandora Dewleta Îslamî ya Kolonyalîst a Îranê zêdetir bû ku li ser partiyên Kurdistanê giranî çêdikir.

Di destpêkê de ji derveyî PDKê, hemû partiyên Kurdistanê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn. Lê dîsa jî Serokê Kurdistanê bi qerardarî xebata xwe meşand. Di encamê de YNKê qane bû û di derbarê referandûmê de biryar da. Ev biryara YNKê gelek girîng bû û li ser gel û siyaseta giştî tesîreke mezin nîşan da. Lewra YNKê jî îrade damezrênêr ya Dewleta Federe ya Kurdistanê bû.

Di 7ê Hezîranê biryar hat girtin ku referandûma serxwebûna Kurdistanê çêbibe.

Piştî vê qonaxê jî, ji bo ku Serokê Kurdistanê û Serokatiya Kurdistanê dev ji referandûmê berde û biryara xwe paşve bigrin, hewildaneke xurt û êrişker destpê kir. Lê qerardariya Serokatiya Kurdistanê bû sedem ku paşve gav neavêjin.

Ev car jî,  ji bo ku pêşiya referandûmê bigrin dest bi êrişên fiilî û provakatîv hat kirin. Ev êrîş jî bi ser neketin.

Ev car dewletên mezin Emerîka, Îngilîstan û.w.d ketin rojevê û ji bona ku referandûm paş ve bê xistin, hewildeneke xurt diyar kirin. Serokê Kurdistanê û Serokatiya Kurdistanê li hemberî  daxwazên wan,  pêşniyarên xwe yên stratejîk pêşkêş kirin. Lê ev pêşniyar nehatin pejirandin.

Di 25ê îlona 2017an de bi awayekî gelek demokrat referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk hat.

Piştî du rojan jî encama fermî diyar bû ku Kurdistaniyan ji % 93an ji dewleta Kurdistanê re gotine “Erê”.

Encama vê şoreşê li Kurdistanê mîladeke nû destpê kir. Kurdistaniyan di ser 200 salî re bazdan.

Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê diyar kir ku Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û Partiyên Kurdistanê û Tevayî Berpirsiyarên Kurdistanê xebatek baş û hêja û bi plan meşandine. Hemu Kurd ji wan re sipasdar û minnettar bûn.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê yekîtiya Kurdistaniyan û miletê Kurd pêk anî.

Encama referandûmê derxist holê ku Kurdistan welatekî gelek aram e. Loma jî li Kurdistanê di şertên gelek dijwar de,  di dengdanê de hîç bûyerek û pevçûnek pêk nehat.

Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê dema îlan bû, ev yeka ji bona kurdan bû sedema kelecaniyek û kêfxweşiyeke mezin. Li hemû beşên Kurdistanê û li hemû welatên dinyayê ku Kurd lê dijîn dawet çêbûn, Kurd derketin kolana govend girtin, stran gotin, lîlandin, cil û bergên xweş yên Kurdî li xwe kirin.

Lewra encama referandûma serxwebûna Kurdistanê qedera Kurdan diguhert. Ji  Kurd û Kurdistanyan re rêya avakirina dewletê vedikir.

Lê encama referandûma serxwebûna Kurdistanê ji bo dijminên Kurdan û dewletên ku Kurdistan dagir û îlxakkirî bû derbayeke mezin. Jêbera wan xirab bû. Loma jî dema encama referanndûma serxwebûna Kurdistanê hat îlankirin, ji bo ku êrişî Kurdistanê bikin, dest bi planên qirêj kirin.

Lê baş dizanîbûn ku bes bi serê xwe nikarin êrişî Kurdistanê bikin. Divê ji bo xwe hevalbend bibînin. Hezar mixabin di pêvajoya biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê û cî bi cî kirina biryara referandûmê de, kes û komên ku xirabî bikin, ne milî ne, bi dewleta Îranê re girêdayîbûn, diyar bibûn.

Hikûmeta navendî ya “federal” bi lez û bez bi wan re danûstandin kir.

Dewleta Federal ya Iraqê bi dewletên kolonyalîst û dewletên emperyal re tîfaq kir, alikariya xiyenatkarên Kurdan jî girt, di despêkê di 16ê Cotmeha 2017an de  êrişî Kerkûkê kirin.

Koma xiyanetkar ji bo ku ji nav YNKê derketibû, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nikarî talîmata şer jî bide. Heger talîmata şer bida, şerê navxwe derdiket.

Loma jî dijminan gelek bi hêsanî Kerkûk û bajerokên hewirdora Kerkûkê dagir kirin.

Fermandarekî payebilind ê Heşdî Şabî Mihemed Sebrî, rola YNKê di xiyaneta 16ê Cotmehê de diyar dike dibêje ku “em helwêstê YNKê jibîr nakin!”

Fermander Heşdî Şabîbi bi vê daxuyaniyê, pêkhatina xiyanetê diyar dike.  Dibêje:  ‘‘Hin pirsgirêk li Kerkûkê derketin û herwaha babeta referandûm û serxwebûna Kurdistanê hat holê, ku ‘’em vê wek dabeşbûna Iraqê dizanin.’’ Fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê yê wê demê Heyder Ebadî bû û ‘’Fermana kontrol kirina Kerkûkê da.’’

‘’Rola Heşdî Şeibî garantî kirina rêyên hatûçûnê, rêgirtina li ziyan geheştina bi hemwelatiyen bû. herwaha biryar jî bû tenê di rewşekî ku eger aliyên serxwebûnxwaz şer bikin em şer û pevçûnê bikin.’’

‘’Ew helwêstê niştimanperwerî yê Iraqîbûnê ye, ew berevanî li her dilopekî xwîna Iraqiyan kirine. Helwêstê YNKê yê yekparçeyiya Iraqê bû. berevajî ewên din ku dixwastin Iraqê cuda bibin û şer bikin, helwêstekî giring bû.’’

Pişt re xwestin ku hemû bajarên Kurdan dagir bikin. Lê di şer û êrîşan de bi ser neketin. Pêşmergeyên qehreman, êrîşa dewletên dagirker şikandin.