image

PeyamaKurd – Pisporê yasayên navdewletî Aras Ebdullah got, hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber karên terorîstî yên PKKê dikare li dadgehên navdewletî gilî bike.

Berpirsê Asayîşê yê Deriyê Serzêr ê devera Amêdiyê ya Duhokê Xazî Salih Elîxan 8ê Cotmehê piştî gefên Cemîl Bayik bi ser armanckirina berpirsên asayîşa Herêma Kurdistanê hatibû kuştin û Asayîşa Herêma Kurdistanê jî piştrast kiribû ku li pişt bûyera terorkirinê destê PKKê heye.

Li gor nûçeya BasNewsê li ser vê mijarê, pisporê qanûn û hiqûqa navdewletî Aras Ebdullah wiha got:

“Hikûmeta Kurdistanê dikare li dadgehên navdewletî gilî li wan karên terorîstî yên PKKê bike. Heger PKK wan çekdarên ku ew teror kirine, veşêre wê çaxê divê gilî li tevahiya rêxistina PKKê were kirin. Ev jî bi ziyana PKKê ye û dibe sebeb ku PKK di lîsteya terorê de bimîne.”